Serokwezîrê herêma Kurdistanê ragihand, reşnivîsa projeyasaya budceya 2018ê ya Iraqê ne destûriye û pirsgirêk bi selmandina hêz ve çareser nabe.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîna çapemeniyê de ragehand, emê vê qonaxê derbas bikin, divê dest li berjewendiyên partî û şexsî em berdin û wek hemû wan pêkhateyên ku li Kurdistanê dijîn vê qonaxê derbas bikin.
Piştî 25ê Îlonê ku referandûm pêkhat, hin tiştên nexwaş pêkhatin. Ez dixwazin li ser çend xalan rawestim.
1 - Hikûmeta herêma Kurdistanê berê jî û naha jî di çarçoveya destûrê de bo bicîhanîna seqamgirî amadeye guftûgo bike ku guftûgoyên bigeibin encamek di berjewendiya hemû gelê Iraqê û Kurdistanê de be.
Li gor me pirsgirêk bi leşkerî û anîna artêş an jî hêzên leşkerî ve çareser nabe. Çareseriya pirsgirêkan bi danûstandinên cidî yên siyasî yên li gel Bexdayê ve em dixwazin bi encam bikin, ku li hevtêgeheştinek hevbeş a li gel Bexdayê ve pêwîste pirsgirêk bên çareser kirin.
14 salên borî de bo her du aliyan jî aşkera bûye. Em li wan pirsgirêkên ku derketî wek pirsgirêkên dinav malekê de dibînin. Ew pirsgirêk bi vê çareser nabin ku, bê gotin ez mezin im û divê bi zorê bidim qebûl kirim. Ji sala 2003ê ve aşkera bûye ku divê bi aştiyane û di çarçoveya destûra Iraqê de pirsgirêk bên çareser kirin.
2 – Mixabin duh encûmena wezîrên Iraqê li Bexda behsa proje yasaya budceya 2018ê pejirand û piraniya wê jî bo serokwezîr hiştiye. Têbiniyên me yên cidî li ser proje yasaya giştî ya Iraqê heye. Ya yekem di vê derê de bi ronî û aşkera behsa qewareya siyasî ya herêma Kurdistanê nake û behsa parêzgehan tê kirin. Ev binpê kirina aşkera ya destûrê ye û li gor destûrê ew pêkhateya heye navê wê hikûmeta herêma Kurdistanê ye û divê bi wî rengî jî danûstandin û muamele li gel bike.
Li gor yasa divê li gel herêma Kurdistanê wê proje yasayê derbixe, bi ti awayek li gel me guftûgo nehatiye kirin û tenê wezareta darayî serpereştiya amade kirina wê reşnivîsê kiriye. Gelek car axaftin li ser vê yekê tê kirin ku Bexda amadeye mûçeyê fermanberên herêma Kurdistanê bide. Ez ji vê derê radigehînim û berê jî me gotiye, lîsteyên me li ser bingehê wê biometriyê hatiye kirin ku amadeye û her dema ku Bexda bixwaze mûçeyê wan fermanberên herêma Kurdistanê bi temamî bide, em amadene guftûgo li gel wan bikin.
Ji aliye din ve artêş û heşdî şeibî gelek hêz li Rebîe û Sihêle hêz kom dikin. Em vê yekê pêwîst nabînin û li gor me bi guftûgo li gel Bexda dikare pirsgirêk bên çareser kirin û agirbesteke berdewam pêwîste hebe û Bexda jî razîbe bo dialogeke cîdî li gel yek bê kirin.
Dahata herêma Kurdistanê di encama wê rewşa li Kerkûkê pêkhat û şûnde pir kêmbûye û henardekirina neftê nîv nîv kêm bûye. Em hêvîdarin li gel Bexda bikevin rêkeftineke cidî. Li gel me ya giring Bexda girêdayî dabîn kirina mûçeyê fermanberan ê herêma Kurdistanê ve tevbigere ye. Pêwîste em rûnên, eger sedî 17 budce û mûçeyê Kurdistanê dabîn bikin em amadene dosyaya neftê jî radest bikin. Serhejmar li Iraqê nebûye û li ser bingehê sedî 17ê muamele me kirine û rêkeftina siyasî hebû û li gor min heta em bigehin asta serhejmariyê pêwîste hertişt wek xwe bimîne.
Pirsgirêkên Bexda û Hewlêr tenê bi guftûgoyek stratejik a cidî dikare çareser bibe, ne bi peyrewa kî serkeftî ye û kê lewaze.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin