Çekdarên heşda şebî li Kerkûkê hemleyeke binçav kirinê destpê kirin

heşda şebî dest bi hemleyeke nû li dijî Kurdan kir
کوردستان TV
100%

 

Çekdarên heşda şebî û artêşa Îraqê li Kerkûkê dest bi hemleyeke nû bo binçav kirina xelkê kirine.

Çekdarên heşda şebî û artêşa Îraqê li taxên Kurdî yên bajarê Kerkûkê dest bi hemleyeke nû ya bo teftîş kirin û binçav kirina welatiyên Kurd destpê kirine.

Li gor zaniyariyên ku ji nava bajarê Kerkûkê bo me hatine, çekdarên heşda şebî û artêşa Îraqê li dijî taxên Kurdî yên li Kerkûkê dest bi hemleyeke nû ya teftîş kirin û binçav kirinê kiriye û her malek jî ku kes têde nebe û derî ji wan re veneke, deriyê malê dişkînin û dikevin nava wan.

Jêderên taybetî eşkere dikin ku çekdarên heşda şebî û artêşa Îraqê tirimbîlên leşkerî li tevahiya deverên bajar û rêyên nava bajarê bicîh kirine.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.