Serbest Lezgîn: Alîkariyên Amerîkayê bo pêşmerge didomin

Amerîka berdewame li ser hevkarî kirina hêzên pêşmerge
کوردستان TV
100%

 

 

Alîkarê Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Serbest Lezgîn got, di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên iraqî de ti rêkeftineke fermî nîne.

Serbest Lezgîn derbarê daxwaza radestkirina deriyên sînorî Îbrahîm Xelîl û Pêşxabûrê bo hêzên iraqî de diyar kir ku ew herdu deriyên sînorî radestî Bexdayê nakin.

Lezgîn herwiha destnîşan kir ku hinek pêşmergeyên Yekîneyên 70yê yên bi ser Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ve li Kerkûkê û çend deverên din di dema êrişa Heşda Şeibî û hêzên iraqî de guhdarî fermana vekişandine nekirine û berevanî kirine û got jî di bin banê Wezareta Pêşmerge de lîwayên hevbeş dê bêne sazkirin.

Alîkarê Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê da xuyakirin ku Bexda ji hêla Enbarê ve hêza xwe nêzîk sengerên Hêzên Pêşmerge dike û got, alîkariyên Amerîkayê ji bo pêşmerge bedewam in.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.