Dadgeha Federal: Mafê veqetandina ti aliyekî tuneye

dadgeha Îraqî biryareke nû der dike
کوردستان TV
100%

 

Dadgeha Federal a Iraqê biryara xwe ya ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê eşkere kir. Li gorî dadgehê mafê veqetandina ti kesî tuneye.

Berdevkê Dadgeha Federal a Iraqê Îyas Samuk di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: "Li gorî madeya yekemîn a Destûra Bingehîn divê yekîtiya xaka Iraqê were parastin. Li gorî madeya 109emîn jî divê hemû rêvebiriyên federal ên bajaran vê yekîtiyê biparêzin û ev berpirsyariya wan e."

Samuk di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Di vê çarçoveyê de Dadgeha Federal li gorî madeya Destûra Bingehîn a ku dibêje ‘mafê veqetandina kesî nîne' biryara xwe da."

Piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê ku ji sedî 92.73 dengê erê derket, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi sedema ku ‘referandûm dijî Destûra Bingehîn e' serî li Dadgeha Federal a Iraqê dabû.

Dadgeha Federal a Iraqê di biryara xwe ya 2ê Mijdarê de ji bo serlêdana Ebadî gotibû ‘em nikarin bêjin referandûma serxwebûnê li dijî Destûra Bingehîn e û di vî warî de nêrîna Herêma Kurdistanê nehatiye wergirtin.'

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.