Civata wezîran: Nabe Bexda bi awayekî yek alî projeya bûdceyê bipejrîne

civata wezîran hişdarî dide bexdayê
کوردستان TV
100%

 

Civata wezîrên Herêma Kuristanê daxuyaniyek belav kir.

Civata wezîrên Herêma Kurdistanê derbarê pejirandina reşnivîsa pirojeyasaya budceya Iraqê ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye, hikûmeta Bexdayê bi tak alî û ji rexê wezareta diravî ya Iraqê ve, pirojeyasaya budceyê amade kiriye, bêyî beşdariya Herêma Kurdistanê û ev yek berûvajî yasaya federalî ye.

Civata wezîran rexne li wê pirojeyasayê kir, ku di reşnivîsa wê de, pergala destûrî û yasayî ya Herêma Kurdistanê piştguh kiriye û Herêma Kurdistana Iraqê bi parêzgehên Bakurê Iraqê binav kiriye û ev yek berûvajî destûra Iraqê ye.

Herweha di wê pirojeyasayê de, pişka budceya Herêma Kurdistan ji bo yekem car piştî sala 2005an, ji rêjeya 17% jib o rêjeya 12.67an hatiye kêmkirin û ev yek jî movika sêyem ji mada 121ê ya destûrî binpê dike, ku têde hatiye: Divê hikûmeta Iraqê pişkeke dadperwerane ji bo Herêma Kurdistanê dabîn bike û hejmara rûniştvanan li Herêma Kurdistanê berçav werbigre.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.