Alozî ketiye navbera çekdarên heşda şebî.
Çekdarên tirkiman yên di nava heşda şebî de jiber nakokiyên navbera wan yên li gel tîmeke din ji çekdarên heşda şebî, rêya navbera Kerkûk û Bexdayê daxistin.
Di vê çarçoveyê de jêderên herêmî diyar kirin ku jiber hebûna nakokiyên navbera çekdarên tirkimanî û çekdarên din yên heşda şebî, îro hijmarek ji tirkimanên Xurmatû û çekdarên tirkiman xwepêşandanek organîze kirine û rêya navbera Kerkûk û Bexdayê daxistine.
Çekdarên tirkiman behsa vê yekê dikin ku çend mehe heşda şebî mûçeyên mehane yên wan nedane û herwiha dibêjin lazime çekdarên heşda şebî ji wan deverên ku dagîr kirine vekêşin û beşdariya prosesa pêşeroja Îraqê nekin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin