Carles Puigdemont xwe ji polîsên Beçîkî re da nasîn

Serokwezîrê Katalonyayê li Belçîkayê ye
کوردستان TV
100%

 

Serokê Katalonyayê Puigdemont yê ku biryara desteserkirina wî hatibû dayîn teslîm bû

Li gorî nûçeya VRTya Belçîkî Serokê Herêma xweser a Katalonyayê Ispanyayê Carles Puigdemont îro teslîmî polêsên Belçîkî bû.

Li gorî nûçeya VRTya Belçîkî hate îddiakirin ku  Serokê Herêma xweser a Katalonyayê Ispanyayê Carles Puigdemont îro teslîmî polêsên Belçîkî bû. Herwiha rojnamegerekî Belçîkî ragihand ku 4 wezîrên Katalanî jî teslîm bûne.

Piştî îddiayê rayedarekî Belçîkî ev agahî pişterast kir û got dê derbarê wan de çi biryar were dayîn dê sibe diyar bibe.

Hêjayî gotinê ye ku derbarê Sêrokê Katalonyayê Puigdemont û 4 wezîrên din ên Katalonyayê bi hênceta ‘li hemberî dewletê serîhildan, raperîn û zirardayîna malê raya giştî' doz hatibû vekirin û li tevahiya Ewropayê biryara desteserkirina wî hatibû derxistin."

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.