Êrîşên asmanî yên Tirkiyeyê bo deverên sînorî didomin

Tirkiye topbaran kirina deverên sînorî didomîne
کوردستان TV
100%

 

 

Balafirên leşkerî yên Tirkiyê çend navçeyên Amêdiyê bordiman kirin.

Ji ber hebûna bingeh û baregehên PKK li navçeyê balafirên şer ên artêşa Tirkiyê çend navçeyên sînorî li devera Amîdiyê ser bi parêzgeha Dihokê bombebarankirin.

Berpirsê ragehandinê li rêveberiya bajarokê Dêrelokê Mehmûd Nihêlî re ragehand ku, êvara roja pênşemê 2.11.2017 balafirên şer ên Tirkiyê navçeya çiyayê Korejar, Nêrwe û Rêkan li sînorê Amîdiyê ser bi parêzgeha Dihokê bombebaran kirin, ew yeke jî ber hebûna bingeh û baregehên PKK li wê navçeyê.

Herwiha wî berpirsî da zanîn ku, ew navçeyên vê şevê hatine bombebarankirin welatiyên wê deverê ji ber metirsiya li ser jiyana xwe koçber bûn û ew dever bihihêlan û heta niha ziyanên bombebarankirina wan navçeyan nehatiye zanîn.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.