Hijmarek parlementerên Brîtanî nameyek didin Serokwezîra Brîtanyayê

Daxwaz ji Serokwezîr Brîtanyayê tê kirin zextan li Ebadî bike
کوردستان TV
100%

 

 

Parlementerên Brîtanî dibêjin lazime Iraq despêşxeriya Kurdistanê bo destpêkirina diyalogê qebûl bike.

Çend parlementerên Brîtanyayê nîgeraniya xwe li hember êrişên Iraqî li ser Kurdistanê nîşan dan û ragihandin, Bexda bi vê yekê Destûra Iraqê binpê dike.

Parlamenterên Brîtanî Jack Lopresti, Jon Ostin, Robert Halfon, Mary Glîndon, Hanry Smis, Stîven Metcallf, Lord Klîmint Ghewnis û Hodgisny Ebînger ji serokwezîra welatê xwe Theresa May re nameyek şandin û daxwaz kirin, ku ji bo bidawîkirina şer û pevçûnên di navbera hêzên iraqî û hêzên Pêşmerge de hewlên xwe bikar bîne.

Parlamenterên Brîtanî herwiha bal kişandine ser wê yekê ku karvedanên Bexdayê yên li hemberî referandoma Herêma Kurdistanê gelekî tûj bûne û Bexdayê bi vê yekê Destûra Iraqê binpê kiriye.

Wan parlamenteran daxwaz ji Iraqê kirine destpêşxeriya Kurdistanê ya cemidandina encamên referandomê qebûl bike û bi Kurdistanê re dest bi diyalogê bike.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.