Amerîka baregeha leşkerî li bajarê Reqayê ku demek berê ji destê DIŞIê ji aliyê HSDê ve hatibû rizgar kirin, ava kir. Rayedarekî paye bilind ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji Sputnikê re axivî û ragihand ku Amerîka baregeha leşkerî li Reqayê ava kiriye.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên HSDê ku hêza sereke ji YPGê pêk te hatin wergirtin avakirina baregehên leşkerî li herêmên ku HSDê rizgar kirine ya Amerîkayê dewam dike.
Amerîka heta niha 10 baregehên leşkerî li herêmên di bin kontrola HSDê de ava kirine. Herî dawî Amerîka baregeha leşkerî li bajarê Reqayê ku demek berê ji rêxistina terorîst a DIŞIê hatibû rizgarkirin ava kir.
Rayedarekî paye bilind ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê avakirina baregeha leşkerî li Reqayê ya Amerîkayê ji Sputnikê re axivî.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin