Li Amedê polîsek hat kuştin û 9 polîsên din jî birîndar bûn

li Amedê hin polîs hatin kuştin
کوردستان TV
100%

 

 

Li navçeya Kayapinar a Amedê polîsan girtin ser malekê ku dihat gotin PKKyî li wir in. Di dema operasyonê de pevçûn qewimî û polîsek mir.

Operasyon ji hêla tîmên Midûriyeta Emniyetê ya Amedê ve li navçeya Kayapinarê li hemberî malekê çêbû ku mal li Taxa Huzurevlerê li ser Kolana Sıtkı Göralê ye.

Çapemeniya Tirkiyeyê belav kir ku ji mala navborî bombe avêtine ser polîsan û di encamê de polîsek miriye, çar polîs jî birîndar bûne. Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) jî diyar kir ku polîsek miriye 9 polîs jî birîndar bûne.

Polîsên ku birîndar bûne rakirin nexweşxaneyên li bajêr.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.