hevdîtinên navbera Hewlêr û Bexdayê dest pê dikin

diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê destpê dike
کوردستان TV
100%

 

mimkune hefteya pêşiya me şandeke Kurdistanî biçe Bexdayê.

Berpirsekî siyasî li Bexdayê ragihand ku hefteya pêşiya me wê hevdîtinên çareseriyê di navbera hikûmeta Kurdistan û hikûmeta Iraqê de werin destpêkirin.

Li gorî rojnameya El Heyat a Londonê ku dispêre berpirsekî bilind ê Bexdayê ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê erkên xwe li hikûmeta Kurdistanê belav kir. Tirkiye pêşniyara hevdîtina Serokê Hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî red nekiriye. Heyder

Ebadî jî ji bo hevdîtinan hilweşandina encamên referandûmê wekî şert pêşniyar kiribû, lê li gorî jêderekî siyasî yê Bexdayê hefteya pêşiya me diyaloga navbera Hewlêr û Iraqê dest pê dike.

Çavkaniyê siyasî di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku Heyder Ebadî wê rê nede serkirdeyên Haşdî Şabî tevlî hilbijartinê bibin û dibêje: "Ebadî hewl dide bi qanûnan rola hinek siyasiyên iraqî lawaz bike."

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.