Dadgeha Federal a Iraqê dibêje em nikarin bêjin referandum li dijî destûra bingehîne.
Dadgeha Federal a Iraqê di daxuyaniya xwe de ji bo referandûma Kurdistanê got: Em nikarin bêjin referandumê Kurdistanê Destûra Bingehîn binpê kiriye."
Dadgeha Federal a Iraqê daxuyaniyek ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê belav kir. Dadgehê di daxuyaniya xwe de got: "Em nikarin bêjin referandumê Kurdistanê Destûra Bingehîn binpê kiriye."
Berdevkê Dadgeha Federal a Iraqê Îyas Samok di axaftina xwe de got: Dadgeha Bilind a Federalî nikare nêrîna xwe li ser destûrî yan nedestûrîbûna referandumê re bide. Eger ne di riya giliyên ku hatine pêşkêşkirin re be. Dadgeha Bilind a Federalî nikare pêşwext nêrîna xwe bide, heger guhdariya aliyê din neke.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin