Derîyên sînor neketine destê artêşa Iraqê

ti deriyeke sînorî radestî ti aliyekî nehatiye kirin
کوردستان TV
100%

 

 

Berî niha Serokwezîrê Tirkîyê Binali Yildirim daxuyandibû ku wan derîyê Xabûrê (Îbrahîm Xelîl) radestî hikûmeta Bexdayê û artêşa Iraqê kiriye. Lê dixuye ku gotinên Binali Yildirim ne rast in û artêşa Iraqê li tu derîyên sînor ên Kurdistanê nehatine bicîhkirin.

Di vê derbarê de Fermandarê Artêşa Iraqê Egîd Ehmed Cibûrî axivî û ragihand ku wan artêşa Iraqê li tu derîyên sînorên Kurdistanê bi cîh nekiriye.

Fermandarê artêşa Iraqê Eqîd Ehmed Cibûrî got: Heta niha artêşa Iraqê li ser xalên sînor yên Îbrahîm Xelîl û Pîşxabûrê nehatine bicîhkirin".

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.