Rûsya: Kurdên ji bo Soçiyê hatine vexwendin welatiyên Sûriyê ne, ne yên Tirkiyê.
Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov derbarê nerazîbûna Tirkiyê bo vexwendina kurdan ji Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê re got; “Ew kesên hatine vexwendin hemwelatiyên Sûriyê ne, ne yên Tirkiyê.
Îro Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov li ser berteka Tirkiyeyê ya ji bo Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê vexwendina PYDê got kesên hatine vexwendin hemwelatiyên Sûriyê ne, ne yên Tirkiyê.
Boganov di berdewamiya afaxtina xwe de got ku “Em her tim ji partnerên xwe yên tirk re dibêjin ku li gor nêrîna me PYDê û rêxistinên din ên kurdan ên li Sûriyê, rêxistinên Sûriyeyî ne. Kurdên behsê mijarê welatiyên Komara Ereb a Sûriyê ne, lê ne yên Komara Tirkiyeyê. Ji ber wê yekê, gereke ew herdu moment ji hev bêne cudakirin.”
Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin duhê aşkare kiribû ku ew nerazîne ku Rûsya Partiya Yekitiya Demokratîk(PYD) ji bo Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê vexwendiye.
Dihête çaverêkirin di 18ê vê mehê de li bajarê Soçiyê Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyê bi rêve biçe. Encûmeniya Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û PYD jî ji aliyê Rûsyayê bo civînê hatine vexwendin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin