Serokê Amerîka Donald Trump, derbarê hêrîşkarê li New Yorkê bi kamyonekê 8 kes kuştin got heywa e.
Serokê Dewletên Yekbûyî Donald Trump, li Qesra Sipî beriya kombûna Civata Wezîran dîyar kir ku ewê ji Kongresê daxwaza bidawîkirina Bernameya Vîzaya Cûrbicûrî ya Koçberan, ku wek piyangoya Karta Kesk jî tê zanîn, bike.
Trump got; Ez îro peyvajoya bidawîkirina bernameya vîzaya cûrbicûrî didim destpê kirin, jibo berevanîya gelê xwe divê em hemî tedbîran bistînin.
HerwihaTrump da zanîn ku bo qurbanîyên êrîşê hemî Amerîkî şînê digerînin û dua dikin. Wî dîyar kir ku dibe ku ew hêrîşkar dibin Girtîgeha Guantanamoyê.
Serokê Amerîka got ku Sayfullo Saipov kesên din jî anîne wî welatî û dîyar kir ku qanûnên koçberîyê yên Amerîka.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyamên xwe yên li ser twitterê jî dabû zanîn ku divê bernameya Karta Kesk were rakirin û dîyar kiribû ku divê pergaleke li gor lîyaqetê were çêkirin û nûnerên Demokrat rexne kiribû.
Berpirsên ewlekarîya New Yorkê didin zanîn ku danûstandinên êrîşvên bi hin kesên di bin lêpirsînê de ne heye û dibêjin ku wî êrîş DIŞIê encam daye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin