Îsraîl gotina xwe ya dawî kir

Îsraîl dibêje rê nade kes hevkarî bo hizbulahê bişîne
کوردستان TV
100%

 

Îsraîl dibêje vê rê nede hevkariyên welatên derdor biçin bo hizbulahê.

Wezîrê Îstixbarata Îsraîlê Îsrael Katz derbarê êrîşa li ser Hizbulaha Lubnanê de axivî û got:  Welatê wî dê her alîkariyek ku bo Hizbulahê were şandin bike armanc.

Îsrael Katz di civîna emnî ya wezîran de axivî û ragihand, ew nikare derbarê êrîşa balafirên Îsraîlê yên ser Sûriyê qise bike û zanyariyan bide. Welatî wî bi ti awayî şandina çekan ji bo Hizbullaha Lubnanê qebûl nake. Di rê de li wan dide û jinav dibe û şandina çekan ji bo Hizbulahê ji bo Îsraîlê xeta sor e.

Dohê êvarê firokeyên şer ê Îsraîlê baregeheke leşkerî li nêzîkî bajarê Humisa Sûriyê bordûman kir.  Hate ragihandin ku ew baregeha leşkerî ya Hizbullaha Lubnanê bû.

Hizbulaha Lubnanê bi piştevaniya Îranê beşdar in di şerê Sûriyê de û ligel rejima Sûriyê şerê DIŞIê û çekdarên opozîsyona Sûriyê dikin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.