Mesrûr Barzanî: Bikaranîna hêzên bo çareser kirina kêşeyan ti encamek nade

Mesrûr Barzanî dibêje yêku destûrê binpê dike Bexdaye
کوردستان TV
100%

 

Mesrûr Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê yê li Bexdayê civiya.

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê yê li Bexdayê Franck Becker û şandeke pê re civiya.

Di civînê de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê û balyozê Brîtanyayê behsa pêşhatên dawî yên di navbera Kurdistan û Bexdayê de kirin û Franck Becker xwesteke xwe bo bihêztir kirina zêdetir ya têkiliyên navbera Brîtanya û Kurdistanê diyar kir û hêvî xwest bilez dawî bi livînên leşkerî were û Hewlêr û Bexda li ser maseya diyalogê di çarçoveya destûrê de giftûgo li ser çareser kirina kêşeyan bikin.

Di berdewamiya civîna han de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê êrîşên leşkerî yên Bexdayê ên bo ser Kurdistan û deverên Kurdistanî yên li derveya îdareya Kurdistanê, diyar kir ku nêzî sed sale hêzên leşkerî bo ji navbirina xwestên Kurd tên bikaranîn, lê tevahiya wan hewldanên han bêyî encam bûne, jiber vê çendê lazime Bexda di şûna ferizkirina hêzê, hizir li ser rê û rêbazên aştiyane û diyalogê bike.

Mesrûr Barzanî got: Li Bexda gelek behsa cîhbicîh kirina destûrê tê kirin lê ev rêbazên ku heta niha li hember Kurdistanê xistine meriyetê, rêbazên siyasîne û herwiha binpê kirina berçav ya destûrê ye jî û eger biryare ku destûr were cîhbicîhkirin vê demê lazime tevahiya destûrê weke xwe were cîhbicîhkirin.

Mesrûr Barzanî herwiha hêvî xwest ku bilez danûstandinên navbera Kurdistan û Bexdayê yên di warê leşkerî de bo giftûgoyên warên siyasî û îdarî werin guhertin û aloziyên heyî jî werin bidawîkirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.