Rûsya: Rapora NY û OPCWê bi awayekî amatorî hatiye amadekirin

Rûsiya li dijî raporta NY ye
کوردستان TV
100%

 

Nûnerê Daîmî li Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Rûsyayê, ragihand ku rapora derbarê êrişa li Xan Şaxûnê ya di meha Nîsanê ya Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî (OPCW) wek amatorî hatiye amadekirin û li ser tiştên bêbingeh in.

Nûnerê Daîmî li Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Rûsyayê derbarê mijarê de daxuyaniyeke belav kir û têde diyar kir ku, Rûsya nirxandinê xwe yên derbarê êrişa Xan Şaxûnê bo NYê ragihandiye.

Daxuyaniyê de hat gotin ku, "Rûsya, nirxandinê xwe yê derbarê rapora 7mîn bo êrişa kimyewî ya li Sûriyeyê ji Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî û Saziya Giştî re şandiye."

Herwiha daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku rapora dişibe belgeyeke amatör, piraniya wê li ser daxwazê hatiye amadekirin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.