Li Rojava roja helbesta Kurdî hat organîze kirin

li Efrîn rojên helbesta Kurdî hatin organîzekirin
کوردستان TV
100%

 

 

Di bin siya bûyerên bi êş ên ku li herêma Kurdistanê diqewimin de û bi taybetî dagîrkirina dilê Kurdistanê, Kerkûkê ji aliyê artêşa Îraqê û Heşda Şeibî ve, herwiha di bin siya dorpêça li herêma Efrînê û gefûgurên Tirkiyê li dijî wê di 22ê Cotmehê de, Roja Helbesta Kurdî li şanogeha şehîd Rûken ya li navenda bajarê Efrînê hat pêkanîn.

Ev çalakî bi hevkariya Komîta Roja Helbesta Kurdî û Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Efrînê di bin navnîşana helbest çîkdana azadiyê ye, hate birêvebirin.

Di vê çalakiyê de 15 helbestvanên Kurd bi peyv û xeyalên xwe, hizr û bîra bi dehan ji evîndarên helbest û zimanê Kurdî li ezmanên helbestiyê gerandin.

Edeb

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.