Erdogan ê ku Heşda Şebî wek terorîst didît bi fermandarê Heşda Şebî re hevdîtin pêkanî

Erdogan, heşda şebî, hevdîtin
کوردستان TV
100%

 

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan bi heyeta Tirkmenên Iraqê re hevdîtin pêkanî ku di nav wan de Yilmaz Necar ê fermandarê Yekîneya Tirkmenan ya bi ser Heşda Şebî ve jî cî digirt. Erdogan berî niha Heşda Şebî wekî rêxistineke terorî bi navkiribû.

Erdogan, di 29ê Cotmehê de bi şandeya Tirkmenên Iraqê re hevdîtin pêkanî. Di nav şandeyê de cî girtina Yilmaz Necar ê fermandarê Yekîneya Tirkmenan ya bi ser Heşda Şebî ve balkêşand.

Erdogan ê ku Heşda Şebî wekî rêxistineke terorî pênasê kiribû di 20 Avrêla 2017'an de di mulkata ku dabû televîzyona El-Cezîre ya Katarî weha gotibû: "Mesela Heşda Şebî kî ye, li pişt wê kî heye? Heşda Şebî balkêşê ji parlamentoya;Iraqê derdikeve ku wê wekî terorîst nabîne, lê belê rexistineke terorî ye lê giringe bê kî li pişt wan heye."

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.