Fransa û Almanya: Em dostê gelê Kurdistanê ne

Nêçîrvan Barzanî û balyozên Almanya û Fransayê civiyan
کوردستان TV
100%

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzan li gel balyozên Fransa û Almanyayê yên li Iraqê civiya û li ser rewşa Kurdistanê û aloziyên di van demên dawî yên navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kirin.

Îro Duşema 30ê Cotmeha 2017an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransayê Brono Obert û Balyozê Almanyayê Cyrill Jean Nunn û şandeke dîplomatîk a li gel wan kir.

Di civînê de balyozên Fransa û Almanyayê dostaniya welatên xwe ji bo gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê cardin nîşan dan û nîgeraniya xwe ya li hember aloziyên van demên dawî yên navbera Hewlêr û Bexdayê anîn ziman. Herwiha tekez kirin ku mebesta serdana wan ew e, da ku ji nêz ve li ser rewş û çawaniya aramkirina vê aloziyê agahdar bibin.

Herdû balyozên Fransa û Almanyayê, ji bo hebûna diyalogeke cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi şêweyeke ku bikarin li ser bingeha destûrê pirsgirkan çareser bikin, piştgiriya xwe nîşan dan. Çimku nakokî û alozî ji ti aliyekî re sûdê nade. Herwiha tekezî li ser yekrêziya siyasî ya navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kirin.

Di civînê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber helwesta herdû balyozên Fransa û Almanyayê yên li Iraqê û dostanî û piştgiriya welatên wan spas kir, ku her ji destpêkê ve hewl didan ev alozî neqewime û diyar kiriye: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem amadehiya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalog û jihevfêmkirinê aniye ziman. Lê Bexda rêya bikaranîna hêzê bi kar anî û bi vî awayî hewl dide xwe bi ser Herêma Kurdistanê de bisepîne.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hewldanên civaka navdewletî jî, ji bo zextê li ser Bexdayê bikin bi mebesta hatina ser maseya diyalogê ji bo çareserkirina temamê pirsgirêkan bi pêwîstî dizane. Herwiha tekez kiriye ku Herêma Kurdistanê bi ti awayî alozî û nakokî naxwaze û xwe ji vî karî parastiye.

Di hevdîtinê de gotûbêjkirina rewşa Herêma Kurdistanê û yekrêziya navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û çend mijarên din ên bi rewşa herêmê ve pêwendîdar, beşeke din a hevdîtinê bû.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.