Daxuyaniya dezgeha setelayta Kurdistan derbarê şehîd kirina Erkan Şerîf de

dezgeha setelayta Kurdistan derbarê şehîd kirina Erkan Şerîf de daxuyaniyek weşand
کوردستان TV
100%

 

Dezgeha setelayta Kurdistan derbarê şehîd kirina Kameraman Erkan Şerîf de daxuyaniyek weşand û ew jî tekesta vê ye;

Seat sê berbanga roja 30.10.2017 8 terorîstên ku dem û çavên xwe girtibû, li bajarokê Daqoqê ya ser bi parêzgeha Kerkûkê, êrîşî ser mala kameramanê dezgeha setelayta Kurdistan Erkan Şerîf Fethulah kirine û di nava mala xwe de li ber çavên hevjîn û zarokên vî bi awayekî hovane bi kêran ew şehîd kirine.

Piştî dagîr kirina Kerkûk û derdorê di roja 16ê Cotmehê de ji aliyê terorîstên heşda şebî û artêşa Îraqê ve, Erkan Şerîf jî weke şêniyên din yên wan deveran koçber bû, piştî ku demek li Silmanî dimîne bi neçarî vedigere Daqoqê daku vegera ser postê xwe ku birêvebirê debistanek bûye li gundê heftexar.

Şehdî Erkan di sala 1967an de ji dayikbûye, kolêja perwerdehî xelas kiriye û jiyana hevbeş pêk aniye û xwedan sê zarokane.

Ji sala 2004an ve heta niha weke kameraman li gel Kurdistantvê kar kiriye, ev bûyera han û bi sedan bûyerên din yên ku li wan deverên ku di wan demên dawî de ji aliyê heşda şebî ve hatine dagîrkirin, vê yekê îsbat dikin ku ev deverên han ne her ne aramin weke ku hikûmeta Îraqê û hin aliyên Kurd yên ku nêzî hikûmeta Îraqê ne dibêjên, belku li gor bernameyeke amadekirî dest bi nehêlana Kurd hatiye kirin û heta niha bi dehan welatiyên Kurd li wan deveran hatine şehîdkirinh û wendakirin. Herwiha bi sedan mal û dikanên welatiyên Kurd li wan deveran jî hatine şewtandin û teqandin.

Em hevdem li gel pêşkêş kirina sersaqiyên xwe bo malbeta şehîd Erkan, hevdem daxwaz ji civaka cîhanî, sendîkayên rojanegeran û kameramanan dikin ku zextê li hikûmeta Îraqê bikin daku ew tawanbarên ku ew kiriyara han ya hovane kirine radestî dadgehê bike û dawî bi wan komkujiyan bîne ku li wan deveran de derheqê şêniyên Kurd têne kirin.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.