Terorîstên demamikdar hevkarê me şehîd kirin

terorîstên demamikdar hevkarê me şehîd kirin
کوردستان TV
100%

 

Şeva derbasbûyî terorîstên demamikdar li Daqoqê hevkarê me şehîd kirin.

Şeva derbasbûyê li qezaya Daqoqê terorîstên demamikdar êrîşî ser mala Kamêraman û hevkarê me Erkan Şerîf kirin û piştî dizî kirin û talan kirina mala vî, bi awayekî hovane hevkarê me şehîd kirin.

Hevkarê me Erkan Şerîf di nava mala xwe de ji aliyê wan terorîstan ve bi kêran hatiye şehîdkirin.

Şehîd Erkan Şerîf sala 1967an ji dayik bûye û sala 2004an ve heta niha weke Kamêraman karmendê dezgeha setelayta Kurdistanê bû û xwedan sê zarokaye.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.