Amerîka dest bi tetbîqata hêzên stratejiya nukleerî dike

Amerîka mûşekeke nû di çarçoveya manovereke leşkerî de dicerbîne
کوردستان TV
100%

 

Berdevkê Fermandariya Stratejîk a Amerîkayê (STRATCOM) Brian Maguire ragihand ku Amerîka dest bi tatbîqata hêzên stratejiya nukleerî ya ‘Global Thunder' dike û di çarçoveya hevpeymanan de Amerîka Rûsyayê haydar kir.

Maguire ji Sputnikê re ragihand, di çarçoveya hevpeymana START-3yan de divêtî bi hev haydarkirina Amerîka û Rûsyayê heye lewra Amerîkayê Rûsyayê agahdar kiriye.

Maguire derbarê tetbîqata ‘Global Thuner' de agahî dan û got, tatbîqata ku salê carekê tê kirin û di tatbîqatê de tehdîdên stratejîk yên li hemberî Amerîkayê têne axaftin û hemû derfetên STARCOMê bi tevkariya yekîneyên cuda û hevdem tê lidarxistin.

Maguire diyar kir ku di dema tetbîqatê de hêzên fezayî, pegalên çavdêrî û keşfê, pergala ceribandina navdewletî û derfetên pergalên berevaniyê dê bêne nîqaşkirin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.