Ji Manafort hate xwestin ku xwe radestî karbidestan bike

daxwaz ji kesekî nêzî Trump tê kirin xwe radestî polîs bike
کوردستان TV
100%

 

 

Medya Amerîkî îro Duşemê radigihîne ku ji Paul Manafort, rêvebirê kempeyna Serok Donald Trump, hate xwestin ku wek beşekê ji lêpirsîna destkarîya Rûsyan ya di hilbijartina sala borî de, xwe radestî karbidestan bike.

Li gor dezgehên ragihendinê yên mezin, jurîyeke federal tawanên ku ji alîyê şêwirmendê taybet Robert Mueller hatine pêşkêş kirin, pejirandine û çaverê ye ew îro ji bîragiştî re were eşkere kirin.

CNN û New York Times dibêjin ku karbidestan ji Manafort, ku li Ukrayna xebatên wî yên lobîkarî û girêdana bi Rûsya hene, xwest ku xwe teslîm bike.

New York Times dide zanîn ku ji Rick Gates, şîrikê berê ye Manafort jî hatiye xwest in ku xwe radestî karbidestan bike.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.