Fraksiyona PDKê: Serok Barzanî heta serkeftina yekcarî li gel gelê xwe dê berdewam bike

fraksiyona PDKê daxuyaniyek pêşkêş kir
کوردستان TV
100%

 

 

Serokê fraksiyona PDKê îro 29.10.2017ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya li parlamentoya Kurdistanê de derbarê pêgeha serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de ragehand: Pêgeha herî bilind û navnîşan bo serok Barzanî tenê Pêşmergetiya Kurdistanê ye.

Serokê fraksiyona PDKê Omêd Xoşnaw ragehand: ‘’Îro piştî geheştina nameya serok Barzanî bo serokatiya parlamentoyê, civîna parlamentoyê dê pêkbê û pêgeha herî bilind û navnîşan bo serok Barzanî tenê Pêşmergetiya Kurdistanê ye û serok Barzanî armanca wî ew bû navmala Kurdistanê rêkbixe û pêgeha dîplomasiya Kurdistanê bigehîne wî cîhî ku gelê kurd wek gelên din ên cîhanê xwedî welatê xwe bin.

Serokê fraksiyona PDKê got: Serok Barzanî hêz bi erkê serokê herêma Kurdistanê bexşîbû û gelê Kurdistanê bi îradeyeke polayî ve roja 25ê Îlonê ya pîroz de çarenivîsa xwe ragehandiye.

Derbarê erkê serokatiya herêma Kurdistanê de jî got: Di sala 2013ê dema serokatiya herêma Kurdistanê hate dirêj kirin, wê demê serok Barzanî li gel dirêj kirina erkê xwe de nebû. 2015ê de serok li gor erkê yasayî daxwaza helbijartina serokê herêma Kurdistanê kir, lê komîsyonê ragehand li ser rewşa şerê DIŞIê û rêveberî kirina eniyên şer qebûl kir ku li gor biryara encûmena şûra wî erkî berdewam bike.

Omêd Xoşnaw got: ‘’Pêşmerge di bin fermandariya serok Barzanî de karî serkeftinên herî mezin li dijî DAIŞê bidest bixe. Serok Barzanî 01.11.2017 wek roja helbijartina parlamentoya Kurdistanê û serokatiya herêma Kurdistanê diyar kir, lê ji ber sedemên ewlehî, siyasî û teknîkî parlamentoyê temenê yasayî yê parlamentoyê dirêj kir.’’

Omêd Xoşnaw got: Serok Barzanî li gor biryara encûmena şûra dikarî di erkê xwe de berdewam be, lê ev yek red kiriye û serok Barzanî bê ti erkeke siyasî û îdarî, berdewam piştivaneke bihêz û mezine bo îdareya gelê me.

 Îradeya gelê Kurdistanê û teqez kirina demokrasiyê ye. Ji bo vê jî em xelkê Kurdistanê û Pêşmerge piştrast dikin, serok Barzanî wek rêvebereke karîzmaya kiryarî û dîrokî di xizmeta Kurdistanê de dê berdewam bike û dê li gel Pêşmerge be û heta serkeftina yekcarî dê li gel û milletê xwe ber bi serkeftinê birinê de berdewam bike.

Serokê fraksiyona PDKê got: ‘’Îro li parlamentoyê guftûgo li ser dabeş kirina desthilatiya serokê herêma Kurdistanê emê bikin, ji bo wê jî gelê Kurdistanê û malbatên serbilind ê şehîdan û Pêşmergeyên qehreman em piştrast dikin.’’

1- Serok Barzanî her Pêşmergeyê Kurdistanê ye û temamê demê xwe bo çeper û xizmet û îrade û morala Pêşmerge cuda dike.

2 – Serok Barzanî dijatî û tundî û terorê dê bi biryar û rijdtir be.

3 – Bo pêşxistina demokrasi û parastina destkevtên gelê me û man û pêşxistina saziyên rewa ên Kurdistanê jî serok Barzanî dê berdewam bike.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.