Macron: Lazime Bexda rêz ji mafên gelê Kurdistanê bigire

Serokê Franseyê hişdarî dide Ebadî
کوردستان TV
100%

 

Serokê Franseyê ji Ebadî xwast hêza leşkerî li dijî Kurdistanê bikar nehîne.

Serokê Fransa Emmanuel Macron pêşwazî li hevdîtinên navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê kir û daxwaz ji Iraqê kir hêza serbazî li dijî Kurdistanê bikar nehîne.

Emmanuel Macron duh bi telefonê ligel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî axivî û bi wî re li ser şer û aloziyên navbera Iraq û Kurdistanê gotûbêj kir.

Li gorî daxuyaniya serokatiya Fransa, Macron bi destpêkirina hevdîtinên navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê kêfxweş bûye û ji Ebadî xwastiye mafên gelê kurd û pêkhateyên din yên Iraqê biparêze.

Serok Fransa her wiha ji serokwezîrê Iraqê xwastiye hêza serbazî li dijî Kurdistanê bikar nehîne û bi rêya diyalogê arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bike.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.