Li Enbarê artêşa Îraqê û DIŞI şerê hev dikin

DIŞI û artêşa Îraqê lîstokan ligel hev dikin
کوردستان TV
100%

 

Di operasyonên artêşa Iraqê ya li bajarê Enbarê li hemberî rêxistina terorîst a DIŞIê de 75 terorîst hatin kuştin.

Fermandarê Operasyonên Hevpar ê artêşa Iraqê Yehya Resûl di axaftina xwe de got: "Yêkîneyên artêşa Iraqê û Haşda Şabî li navçeya Qaîm a Enbarê 3 roj berê dest bi operasyonan kiribûn. Di operasyonên 3 rojan de 75 terorîstên DIŞIê hatin kuştin."

Yehya Resûl di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hêzên iraqî li gelek gund û herêmên navçeya Qaîmê kontrol bi dest xistiyê û operasyon berdewam e."

Herwiha Saziya Enformasyon a Leşkerî ya girêdayî Wezareta Parastin a Iraqê jî di daxuyaniya xwe de gotibû: Hêzên iraqî li navçeya Qaîmê gundên En Nezve, En Nehye, El Imarî, Et Tazaliyye, pira El Hûr, îstasyona trên a Qaîmê, febrîqayek, santrala elektrîk a navçeyê, santrala xaz a Ukazê û li hinek herêmên din kontrol bi dest xist."

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.