Meclîsa Reqa xebatên jinûve avakirina bajêr didomîne

xebatên awa kirina reqayê didomin
کوردستان TV
100%

           

 

Meclîsa Sivîl a Reqayê xebatên xwe yên jinûve avakirina bajarê Reqa li gorî pilansaziya ku di dema borî de daniye û amadekariyên vegerandina welatiyan didomîne.

Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bajarê Reqayê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir, Meclîsa Sivîl a bajarê Reqayê kordîneya xwe bi hêzên QSD’ê re kir û dest bi xebatên jinûve avakirina bajêr kir û amadekariyên xwe ji bo pêşwazîkirina vegera welatiyan dane destpêkirin.

Meclîsê pilansaziyek danî û têde bernameya kar diyar dike ku di destpêkê de dê mayînên ku çeteyan çandine dê paqij bike û paşê jî bermahiyên hilweşandî rabike û toreyên kehrebe û ava vexwarinê sererast bike da ku welatî karibin bi awayekî ewle vegerin malên xwe.

Cîgirê Hevserokê Meclîsa Sivîl a Reqayê Îbrahîm El-Ferec di hevdîtinekê de bi ANHA’yê re diyar kir ku Meclîs kordîneyê bi hêzên QSD’ê re dike û dest bi pilansaziya xwe ya jinûve avakirina bajêr kiriye û weke destpêk niha mayînên ku çeteyan di bajêr de çandine paqij dike.

El-Ferec da zanîn ku Meclîsê bajar ji aliyê derve ve dabeşî 16 taxan kiriye û ji aliyê hundir ve dabeşî 10 taxan kiriye û piştrast kir ku niha 5 tîmên taybet mayînên ku çeteyan çandine paqij dikin û evan tîmên taybet heta niha giştî nexweşxaneya El-Wetenî û derdora wê ji mayînan paqij kirine. Her wiha xebatên xwe ji bo paqijkirina rê û kolanên sereke didomîne da ku toreyên ava vexwarinê û kehrebeyê sererast bike.

El-Ferec piştrast kir ku di vê hefteya bê de alavên mezinê dê derbasî bajêr bêne kirin, da ku bermahiyên avahiyên hilweşiyane rabikin û hemû rê û kolanên sereke di demeke lezgîn de ji bermahiyan paqij bikin û da zanîn ku nêzî 30 alavên giran ên weke kamyon û tiraks in.

El-Ferec di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku mijara sereke ya Meclîsa Sivîl a Reqayê di dema niha de ew e ku ewlehiya welatiyan biparêze, ji ber vê yekê tîmên pispor ên taybet bi paqijkirina mayînan li giştî bajêr xebatên xwe bi rêk û pêk didin meşandin da ku welatî karibin bê pirsgirêk vegerin malên xwe û got ku piştî xebatên paqijkirina mayînan bi dawî bibin hemû welatî dikarin vegerin malên xwe.

Hevserokê Meclîsa Sivîl a Reqayê Îbrahîm El-Ferec di dawiya axaftina xwe de bang li hemû welatiyan kir ku xwe ragirin û bi awayekî tevlîhev venegerin bajêr da ku ewlehiya wan bête parastin û her wiha bi awayekî berpirsyar beşdarî çalakiyên jinûve avakirina bajêr bibin û bi îdîayên hin aliyên ku hewldidin rastiyan berûvajî bikin neyên xapandin.

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.