Wezîrê derve yê Amerîka dibêe pêwendiyeke telefonî dûrûdirêj li gel Serokê Kurdistanê pêk aniye.
Wezîrê derve yê Amerîkayê Rix Tillrson ragehand ku, piştî bi dawîbûna civîna wî li gel Heyder Ebadî pêwendiyeke telefonî derbarê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li gel serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî encam daye.
Di kongreyeke rojnamevanî de li Cunevê Wezîrê derve yê Amerîkayê Rix Tillrson ragehand ku, hikumeta welatê wî amade ye alîkariya Hewlêr û Bexdayê bike ku, bi rêyên aştiyane bigehene çareseriyeke erênî.
Herwiha Wezîrê derve yê Amerîkayê Rix Tillrson aşkere kir ku, wî daxwaz ji serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kiriye destpêşxeriya Hewlêrê qebûl bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin