Nêçîrvan Barzanî: Em alîgirên diyalogê ne

Serokwezîr dibêje Kurdistanê diyalogê dixwaze
کوردستان TV
100%

 

  Serokwezîrê Kurdistan Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Swêdê yê li Îraqê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di pêşwaziya Balyozê Swêdê yê Iraqê Pontus Melander de got: "Di çend rojên dawî gelek xelkên sivîl koç kirin, qetlîam pêk hatin û şerê navbera hikûmeta herêmî û navendî zêde dibe." û dilgiraniya xwe nîşan da. Herwiha Balyozê Swêdî destnîşankir ku dixwazin pirsgirêkên navbera her du aliyan bi diyalogê were çareserkirin.

Nêçîrvan Barzanî axaftina xwe de da zanîn û got: "Kurdistan ji serî de ji bo diyalogê vekiriye û banga wê dike. Em dizanin çareserî di diyalogê de ye, bi şer û pevçûnan ti pirsgirêk nayên çareserkirin. Herwiha divê civaka navneteweyî ji bo rawestandina şer û diyalogê guvaşê li Bexdayê bike."

Barzanî da dawiya axaftina xwe de bal kişand ser vê yekê û got; "Serokatiya siasî û ji aliyê Hikûmeta Kurdistanê ve ewayek vekirî ji bo hikûmeta Bexda û raya giştî re jibo danûstandinan peyam hat rêkirin. Her wiha Herêma Kurdistan ji ber sekinandina şer û pevçûn demildest destpêkirina diyalogê ragihand ku encamên referandûmê cemidandiye."

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.