Li Endonezyayê 47 kes hatin kuştin

di encama teqînekî de 47 kes hatine kuştin
کوردستان TV
100%

 

 

Di encama teqînekî de 47 kes hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Li kargeheke fîşekên hewayî ya li rojavayê paytexta Endonezya Cakarta teqîn pêk hat piştî wê jî şewitî.

Ajansa nûçeyan a Reuters, di nûçeya davî ya ku dispêre çavkaniyên polîsan de diyar kir, 47 kesan jiyana xwe ji dest dane. Bi dehan kes jî ji bo nexwaşxaneyan tên rakirin.

Rayedarên Polîsan ragehand di dema teqînê de 103 karker di kargehêde bûne. Di wêneyên ku li ajansa nûçeya Amerikan Associated Press (AP) de tevahiya kargehê şewitiye û hejmareke mezin ambulans diçin cihê bûyerê tê dîtin. Dûkela reş ya ku piştî teqîna li Tangerang de, di televîzyonên herêmî de diyar bûn.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.