Rûsya, Amerîka û Brîtanya têkoşîneke mezin ji bo petrola Kerkûkê didin

hêzên cîhanî vê nehêlên petrola Kerkûkê bikeve destê Îranê
کوردستان TV
100%

 

Li gorî analîza di rojnameya Deutsche Wirtschafts Nachrichten ya almanî Rûsya, Amerîka û Brîtanya têkoşîneke mezin ji bo çavkaniyên petrolê yên li nêzî bajarê Kerkûkê didin. Kurd, Îran û Iraq jî ji bo petrola Kerkûkê gelek dilxwaz in.

Li gorî analîzê li ser serkeftinên artêşa rûsî, Amerîka girîngiyê dide herêmên başûr û Kurd, Îran û Iraq jî girîngiyê didin derdora Kerkûkê ku ji aliyê petrolê ve dewlemend e û naxwazin li derveyê vê yekî bimînin.

Di makaleye de hat eşkerekirin ku Rûsya, Amerîka û Brîtanya ji bo çavkaniyên enerjiyên ku qala wan tên kirin, têdikoşin, "Ev têkoşîn dibe ku bibe sedema parçekirina herêmên ku çavkaniyên petrolê lê ne û ji vê gelek derdor sûdê wergirin."

Hin axên Herêma Kurdistanê ku ji aliyê Iraqê ve hat standin, Kurdistana di bin rêveberiya Mesûd Barzanî gelek hêz winda kir. Bi vê yekê dibe kurd hêza xwe yê li herêmên ku ji aliyê petrolê ve dewlemendin winda bike."

Lawazbûna Barzanî bandoreke neyînî li Îsraîlê kir. Lewre petrola Kerkûkê sedî 77 erzan difrotin Îsraîlê. Îsraîl berê piştgiriya dewleteke Kurdî dikir, lê piştî li dij derketina Amerîka û Rûsyayê bêdeng ma. Îsraîl ji zêdekirina bihayê petrole ditirse.

Ji ber serdestiya leşkerî ya Rûsyayê ya li herêmê, Amerîka li paş ma û dixwaze hêza xwe ya li başûr zêdetir bike. ExxonMobil a amerîkî ji ber hebûna Rosneftê ya li Iraq û herêma Kurdistanê, ji 3 projeyên li Silêmaniyeyê vekişiya. Şirket li şûna van dixwaze hebûna xwe yê li derdora Besrayê û herêmên li sînorê Îranê zêdetir bike."

Sputnik

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.