3mîn Rojên Hunera Kurdî bi pêşangeha wêneyan dest pê kir

rojên hunera Kurdî li Îstebûlê destpê kir
کوردستان TV
100%

 

3yemîn Rojên Çand û Hunera Kurdî ya ji hêla Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ve tê lidarxistin bi pêşangehekê dest pê kir.

Pêşangeh li Salona Civînê ya Cezayîrê ya Beyoglûyê ye û wêneyên ku ji hêla girtiyê bi navê Mûrat Satilmişî ve hatine xêzkirin tên pêşkêşkirin.

Festîval di navbera 25 û 29ê Çiriya Pêşiyê de wê bi rê ve biçe û di wê çarçoveyê de wê şano û film bên nîşandan, konser bên dayin û pêşangeh hebin.

Mûrat Satilmiş di 1973yê de li Amedê ji dayik bûye. Di dema ku beşa Matematîkê ya Zanîngeha Dîcleyê de dixwend ji ber sedemên siyasî hat girtin û 36 sal ceza wergirt.

Satilmiş ji salên dibistana navîn de bi xêzkirina wêneyan re mijûl dibe û piştî 20 salan biryar da ku careke din wêneyan çêbike.

Di wêneyên Satilmişî de bêhtir mijarên bi Rojhilata Navîn ve girêdayî hene. Di van de jî şer û wêranî derdikevin peş.

Edeb

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.