Tê payîn Îran deriyên din jî di wan rojan de veke.
Piştî referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê ya di 25'ê Îlonê de, Îranê di 15'ê Cotmehê de deriyên xwe yên sînor yên bi herêmê re girtibûn.
Berpirsê Derîyên Sînor Cahangîr Bakşî da zanîn ku li dû referanduma Herêma Kurdistanê û guherînên li wir deriyên sînor hatine girtin û îro deriyê Başmaxê jinûve vebûye.
Li ber e ku derîyên din yên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de di rojên pêş de vebin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin