Parlameneterê Kurdistanê yê ji lîsteya kildan û aşuriyan Wehîda Yaqo ragihand ku xrîstiyan ji ber êrişên Haşdî Şabî ketine metirsiyê.
Wehîda Yaqo di axaftina xwe de got: "Hebûna Heşda Şebî li deşta Neynewa metirsiyeke mezin li ser jiyana xelkê dike û welatiyên wê deverê neçarbûne careke din malûmulkên xwe bi cih bihêlin û koçber bibin."
Yaqo di berdewamiya axaftina xwe de got: "Milîsên Heşda Şebî ziyanên mezin gihandine deşta Nînowa. Xelkê xrîstiyan li deşta Nînowa di nava metirsiyê de ne. Eger ew milîs li hêrêmê bimînin wê jiyana xelkê ne di ewlehiyê de be. Milîs kiryarên Heşda Şebî dubare dikin."
Parlamenter Yaqo di dirêjiya axaftina xwe de got: "Gelek caran xelkê herêma Nînovayê daxwaz kirine Heşda Şebî ji wir derkeve. Em dizanin ew ji bo meramên xwe yên siyasî hatine û rewşa herêmê têk dibin."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin