IOM : Di nava 10 mehan de zêdetir ji 2 hezar koçber mirine

di nava kêmtir ji salekî de zêdetir ji 2 hezar koçber mirine
کوردستان TV
100%

 

 

Saziya cîhanî ya koç û koçberan dibêje di nava 10 mehan de 2 hezar û 800 koçber di nava behrê de mirine.

Li gor agahiyên rêxistina navneteweyî ya koçberiyê(IOM) di serê sala 2017 heya naha nêzî 150 hezar penaber li ser behra sipî re gihîştin Ewropayê.

Hat ragehandin ev hejmarana li gor sala berî vê daketî hatiye tomar kirin. Di daxuyaniya ku ji aliyê rêxistina navneteweyî ya koçberiyê de hat ragehandin, di meha çile ya 2016 heya 22 Cotmeha 2016 li ser rotaya behra sipî nêzî 325 hezar penaber gihîştine Ewropayê.

Li gor daneyên di daxuyaniyê de di destpêka sala 2017 heya naha penaberên ku rêya bi mirinî dane berçavan û li ser behra sipî re ji çaran sêyê wan li ser qeraxên Îtalya re gihîştine Ewropayê.

Rêxistina navneteweyî ya koçberan di daxuyaniya xwe de diyar kir, penaber dervey Îtalya gihîştine qeraxên Yewnanîstan, Qibris û Îspanya.

Hat ragehandin di serê salê de penaberên ku li ser behra sipî ya metirsîdar re hewildane koçî Ewropa bikin ji wan herî kêm 2800 kesan rêwîtiya xwe temam nekirine û jiyana xwe ji dest dane.

Rêxistina navneteweyî ya koçberan ku diyar kir rêjeyeke mezin ji peneberan xeniqîne, bal kişand ser ku dibe hejmara wan zêdetirbe jî. Herwaha diyar kir Botên pilastîk yên ku penaberan li ser behra sipî re derbasî Ewropa dikin ne gûncavin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.