Pêşmerge dîlên şer ên îro yên Heşdî Şebî azad kir

çeteyên ku hatibûn dîlgirtin hatin azadkirin
کوردستان TV
100%

 

 

Îro li Mexmûrê zêdetir ji 20 çeteyên heşda şebî dîl hatin girtin.

Fermandarekî Pêşmerge girtina hejmarek çeteyên heşdî şebî ragehand û diyar kir ew piştre hatine azadkirin.

Fermandarê hêzên Pêşmerge li Giwêr Hesen Xale Husên ragehand ku di encama êrîşa îro 24.10.2017ê çeteyên heşdî şebî bo sînorê Mexmûrê de, zêdetir ji 20 çeteyên heşdî şebî dîl ango êxsîr hatin girtin, hejmarek jî hatin kuştin û birîndar bûn.

Herwaha diyar kir, êrîşa heşdî şebî bi temamî hatiye têkşikandin û ziyanek mezin geheştiye wan.

Li gor zanyariyên berdest, Pêşmerge birîndarên heşdî şebî bo çareser kirinê rê kirine nexwaşxaneya Hewlêrê û dîl jî hatine azadkirin û ew vegerandine.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.