Tirkiye li dibistanan zimanê Kurdî qedexe kir

li Tirkiyeyê qedexekirina zimanê Kurdî didome
کوردستان TV
100%

 

Li navenda Şirnexê li dibistanekê mamosteyê polê, zimanê kurdî li zarokan qedexe kir. Mamosteyê dibistana seretayî li panoya hundirê polê nivîsand "Ez bi kurdî naaxavim" û daliqand û zimanê kurdî qedexe kir.

Li navenda Şirnexê li dibistanekê, zimanê kurdî hat qedexekirin. Li dibistana seretayî ya bi navê Omer Keçecioglu mamosteyê polê ji bo xwendakaran hin hişyarî nivîsiye û li panoyên polê de daliqandiye. Mamoste di hişyariyên xwe de bi axaftina kurdî qedexe kiriye, "Ez bi kurdî naaxavim." Her wiha di nivisa ku bi tirkî hatîye nivîsandin "Kürtçe" weke "Kürktçe" hatîye nişandan.

Welatîyekî wêneyê vê nivisê kişand û serî li Navenda Ragihandin a Serokwezîrtî ya Tirkiyeyê (BIMER) da. BIMERê di bersiva xwe da ragihand ku serlêdan hatiye qebûlkirin, lê derbarê mamosteyê dibistanê de hêj ti lêpirsîn nehatiye despêkirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.