Wêneyên Xumeynî û Xamineyî di odeya fermandarên operasyonên Iraqê de ye

Îraq ketiye bin desthilata mutleq ya Îranê
کوردستان TV
100%

 

Her diçe belge û dokuman diyar dikin ku hegomanya Îranê li hemû cîhên siyasî û leşkeri yên Iraqê de zêdetir aşkera dibin. Belgeya herî nû jî wêneyên Xumeynî û Xamineyî di odeya operasyonên leşkeri ya Bexda de hatine daliqandin.

Li gor wêneyên ku di torên civakî de hatine belav kirin, odeya operasyonên leşkeri ya çeteyên heşdî şeibî ku Hadî Amrî berpirsê giştî yê rêxistina Bedir e û rêveberê serekî yê Heşdî Şeibî ye, li pişt serê wî wêneyên Xumeynî û Xamineyî daliqandiye û wek rêberên mezhebi û siyasî yê xwe pênase dikin.

Belavbûna wan wêne û videoyan ku îspat dikin hegomanya sipaha pasdaran li Iraqê aşkeraye, lê Îran û Iraq vî tiştî red dikin û dibêjin sipaha pasdaran li Iraqê tineye.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.