Erdogan: Îdlib emame li pêş me Efrîn heye

Erdogan dîsan dest bi gef kirinê kir
کوردستان TV
100%

 

 

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Sêşemê dîyar kir ku operasyona Artêşa Tirk ya li Îdliba Sûrîyê ‘’bi awayekî berfireh bi dawî bûye, lê hîn mijara Efrînê jî sekinîye’’

Erdogan di komcivîna Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) de da zanîn ku ew li herêmê di rêyeke rast de dimeşin û di mijara Efrînê de jî ‘’dibe ku ew şevekê ji nişka ve lêxin’’

Erdogan got: Hemî rastî li holê ne. Em bi rastîyan diaxifin. Ji 3500 zêdetir TIR çek birin herêmê. Ew çek ma dijî DAIŞ’ê hatin xebitandin, em baş dizanin ew li kû hatin karanîn’’

Erdogan bi berdewamî da zanîn ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) zarokê Partîya Karkarên Kurdistan (PKK) e û Amerîka jiber ku bi wê yekîneyê re operasyona Reqa li dar xistiye rexne kir.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.