Leşkerên Tirk welatiyek kuştin û 3 din jî êşkence kirin

artêşa Tirkiyeyê bi eşkence kirin welatiyeke Sûrî kuşt
کوردستان TV
100%

               

 

Leşkerên Tirk li ser sînorê Bakurê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê ciwanê Ereb ê bi navê Heydr EL Mexlof bi êşkenceyê kuştin, 3 ciwanên  din jî ku bi wî re bûn, ji aliyê artêşa Tirk ve hatine êşkencekirin.

Şeva din 4 welatiyên Ereb ên bi navên  Heydr EL Mexlof  û Yusif Ewad ên ji paytexeta Sûriyê Şamê ne  û Hemîd  Ehmed û Sûheîl Qado yên ji bajarê Dêrezorê ne,  dema dixwastin li aliyê Serêkaniyê yê kantona Hesekê yê herêma Cizîrê, derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve têne girtin. Destpêkê, leşkeran nasname û pereyên wan ji wan standin û paşê, ew êşkence kirin. Di encama êşkenceyê de, ciwanê bi navê Heydr EL Mexlof jiyana xwe ji des da.

Piştî êşkenceyê, leşkerên artêşa Tirk, cenazeyê Heyder tevî her sê ciwanên bi wî re, davêjin aliyê Bakurê Sûriyê. Welatiyên ku gundên nêzî sînorin cenaze û her sê birîndar rakirin nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê.  Bijîşkên nexweşxaneyê diyar kirin ku Heyder encama derbeya ku di serê xwe de xwariyê, hatiye kuştin.

Her sê ciwanên  ku şûna îşkenceyê li ser rû û laşên wan diyar e , gotin ku leşkerên Tirk bi boriyan  û zîncirên hesin li wan xistine û derbeyên wan ên mirinê bûn.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.