PAKê yekem kongreya xwe ya asayî li dar xist

Mistefa Ozçelîk weke Serok hat hilbijartin
کوردستان TV
100%

 

 

Mistefa Ozçelîk weke Serokê giştî hat hilbijartin.

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) di 21-22ê mehê de li Enqerê kongreya xwe ya asayî li darxist. Kongre bi sirûda neteweyî di bin Ala Kurdistanê de bi rêzgitina şehîdên Kurdistanê dest pê kir.  Gelek delege endam û mêvan beşdarî kongreyê bûn.

Di kongreyê de Mistafa Özçelik bi yekdengî, careke din  weke Serokê Giştî yê PAKê hate hilbijartin.

Di kongreya PAKê dagirkirina Kerkûkê jî hate rojevê û hate aşkerekirin ku ew dagirkirin bi plana Îran û Iraqê û di encama zeaf, ixanet û xeletîyên navxweyî hatîye  li dar xistin.Dewleta Tirkîyê jî bi gotin û helwest û kiryarên xwe rê ji vê dagirkirinê re xweş kirîye.Kongreyê ev êrîş û  dagirkirina rûreş kiriye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.