Almanya:Pêwendiyên me dê ligel Kurdistanê bidomin

almanya berdewame li ser perwerde kirina pêşmerge
کوردستان TV
100%

 

 

Almanya dubare dest bi perwerde kirina hêzên pêşmerge kir.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Almanya berdewamiya pêwendiyên ligel herêma Kurdistanê ragehand.

Îro, Duşemê 23.10.2017 berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Almanya Yens Vilosdorid ragehand ku, pêwendiyên me dê li gel Kurdistanê berdewam bin û hikûmeta Kurdistanê jî pabend bû bi rêkeftina di navbera me de û me dest bi perwerde kirina 400 pêşmergeyên Kurdistanê kiriye.

berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Almanya ew yeke red kir ku, hêzên pêşmerge çekên Almanî li dijî Heşda Şebî bikaranîbin.

Herwiha Yens Vilosdorid da zanîn ku, di dema borî de kurdan serkeftinên mezin di şerê dijî DIŞIê bi destxistine û tomarkirine, herwiha pêşwazî li du milyon penaber kirine.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.