Katalanan banga çalakiyên bêîtaatiya sivîlan kirin

hikûmeta Katalan daxwaza xwepîşandanan dike
کوردستان TV
100%

 

 

Qirîza di navbera Madrîd û Barcelonayê her diçe kûrtir dibe û di vê demê de Katalanan gavek din avêt. CUP Partiya Çep bang li welatiyan kir ku çalakiyên “bêîtaatiya sivîlan a girseyî” li dar bixin. Parlamentoyê biryar girt ku roja pêncşemê kom bibe.

qirîza siyasî ya di navbera Katalonya û hikûmeta Îspanyayê de bi daxuyaniyên beramber berdewam dike ku krîz bi referandûma serxwebûnê ya 1ê Çiriya Pêşiyê dest pê kiribû.

Madrîdê ji roja welêt derbasî demokrasiyê bûye cara pêşiyê xala 155emîn a destûrê wê bi kar bîne û diyar kir ku ew ê rêveberiya xweser a Katalanan bixe destê xwe. Li hemberî vê gavê Katalanan jî gavek avêtin.

Hat aşkerekirin ku Parlamentoya Rêveberiya Xweser a Katalonyayê bi amadekariya hemû endamên xwe wê roja Pêncşemê kom bibe. Çav li rê ye ku piştî vê civînê “serxwebûna ku hatiye bipaşxistin bê ragihandin”.

Berdevkê koma “Junts pel Si” (Ji bo Erêyê bi hev re) Lluis Corominasî got ku hevkarê biçûk ê desthilatdarê Partiya Gel (CUP) jî piştgiriya civîna parlamentoyê dike ku serxwebûnxwaz e.

Partiyê diyar kir ku divê çalakiyên bêîtaatsiziya sivîlan dûrî tundiyê bin û detayên çawaniya çalakiyan wê di nava vê hefteyê de bên aşkerekirin.

Serokê Katalonyayê Carles Puigdemonî ji bo civînê roja şemiyê bang li parlamentoyê kiribû û gotibû ku ew ê tedbîrên li hemberî hikûmeta Madrîdê nîqaş bikin. Banga Puigdemonî weke “bi awayekî veşartî gefxwarina ragihandinê ya serxwebûnê” hatibû nirxandin.

Di vê navberberê de roja înê wê li Parlamentoya Îspanyayê bê nîqaşkirin ku xala 155ê ya destûrê bi kar bînin an na. Lê çav li rê ye ku piştî dengdanê ji bo bi kar anîna xalê wê dengê erê derkeve.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.