Amerîka balefirên B-52 amade dike

amerîka balefirên xwe yên herî pêşketî amade dike
کوردستان TV
100%

 

 

Artêşa Amerîkayê mûşekên nukleer li wan balefiran bar dike.

Amerîka piştî şerê sar heya naha cara yekem mûşekên nûkleer li balafirên xwe yên bombardimanê B-52 bar kir.

Amerîka piştî nakokiya ku dinava têkiliyên wan û Koreya bakûr bilind bû de, mûşekên xwe yên nûkleer di balafirên bombardimanê yên ji şerê sar heya naha cara yekem bi cîh kir.

Fermandarê hêzên asîmanî yê Amerîka David Goldfein anîziman, Êdî Cîhan cihekî metirsîdar e û îro mirovên ku bi vekirî qala çekên nûkleer dikin hene.

Goldfein balkişand ser vê ku êdî Cîhan tenê di navbera yekitiya Sovyetê û Amerîka de cihekî du qutbî nîne û got: Êdî hindek lîstokvanên ku xwedî tekûziya nûkleer in jî hene.

Goldfein diyar kir ji balafirên 4E-4B Nightwatch ku weke balafirên qiyametê” tên nas kirin berdewam yek ji wan 24 demjimêran di amadebaşiyê de tê rawestandin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.