Tevgera Azadî: Lazime piştgîriya hêzên pêşmerge bikin

tevgera azadî daxwaz dike her kes piştgîriya Serok Barzanî û pêşmerge bike
کوردستان TV
100%

 

 

Tevgera Azadî êrîşên milîşeyên Haşda Şebî yên li ser Kerkûkê û axa Başûrê Kurdîstanê bi daxûyaniya çapemeniyê şermezar kir. Di daxuyaniyê de piştevania Serok Barzanî û Pêşmerge hate ragihandin.

Îro li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê Tevgera Azadî, daxuyaniyeke çapameniyê encam da. Di daxuyaniyê de berpirsê siyasî û parezger Sidqî Zîlan got: Divê ji ber rewşê,  kurdên her çarperçeyên Kurdîstanê bi yek dengî îxanetkaran şermezar bikin û  alikariya Pêşmergeyên qehreman bikin û moralê bidin wan.

Zîlan axaftina xwe wisa berdewam kir: Tirkiye piştî 25 îlonê e û duvre jî siyaseteke şaş li hember Kurdistanê meşand.Bi eşkere piştgirî da dagirkirina Kurdîstanê. Bi birçî hiştinê tehdît kir,lê ev tevger ne li gor mirovahiyê ne jî li gor Îslamiyetê ne.Bila bê zanîn ku tirkmenên Kerkûkê di referandûma serxwebûnê de îradeya xwe danîn holê û bawerî bi Kurdîstanê û bi Berzanî anîn.

Ji aliyê din ve kurdên me yên li hemî dunya jî dizanin ku doza Kurdistana serbixwe doza bav û kala ne. Ne yê tenê Serok Mesûd Berzanî ye. Ji ber wê yekê divê gelê kurd xwedî li axa xwe derkevin û dagirkeran ji axa xwe biqewrînin.

Ew kesên ku bi aqlekî bêmêjî îxanetê gellê xwe kirin e û bi Bexda û bi Îranê re hereket kirine û çeteyên Haşdî Şabî anîne axa xwe jî layiqê şermezar kirinê û ceza kirinê ne. Lê di rewşa niha de, em bang li raya giştî yê dunya ye û Tirkiye dikin ku li hember vê zilmê bê deng nemînin.

Li Kurdîstanê Gazeyeke dûyemîn pêk tê.Her çar aliyê wî û rêya frokeyan hatiye girtin û di bin dagirkerî,qetliyam û tehdîtê deye.

Divê devleta Tirkiye,bi demildest rêya balafirgehan veke û destên aşîtiyane û dostane  dirêjê cenabê Barzanî û Kurdistanê bike. Em vê êrîşê red dikin.Em piştgiriyê didin qeheremanê Pêşmergeyan û Serok Barzanî.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku  bi hinek partiyên siyasî yên Bakûrê Kurdistanê re jî  di têkîliyê de ne  û wê hinek civîn û çalakiyan pêk bînin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.