Necmedîn Kerîm: Nûnerê Qasim Silêmanî û malbata Talebanî êrişî min kirin

parêzgarê Kerkûkê nihêniyên girîng eşkere kir
کوردستان TV
100%

 

Waliyê Kerkûkê yê berê Necmedîn Kerîm, rûdan û êrişa artêşa Iraqê û milîsên Haşdî Şabî ku Îran piştgiriya wan dike ya ser Kerkûkê ji Ajansa Bloombergê re eşkere kir.

Necmedîn Kerîm di axaftina xwe de got: "Şeva dagirkirina Kerkûkê milîsên Haşdî Şabî êrişî min jî kirin, hê jî ev metirsiya êrişê heye. Heyder Ebadî ne rast dibêje, şeva êrişa Kerkûkê min bi çavên xwe dît bi 10an însan hatin kuştin."

Kerîm koalîsyona navneteweyî ya li dijî terorê ji bo bêdengmayînê rexne kir. Kerîm ji bo kurê Serokê YNKê yê berê Mam Celal Talebanî ku demek berê jiyana xwe ji dest da Pavel Talebanî jî tiştên balkêş gotin.

Necmedîn Kerîm got: "Berî êrişê bi rojekê Pavel Talebanî, Lahur Talebanî, Aras Cengî Talebanî û nûnerê Fermandarê Hêza Qudsê Qasim Silêmanî êrişî min kirin. Ji min re gotin divê ti dev ji vê helwesta xwe berde, ti neke tê bedêla wê bide."

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.