FGHP: Topxaneyên Îranî jî piştgîriya çekdaran dike

Îran piştgîriya çekdarên heşda şebî dike
کوردستان TV
100%

 

Fermandariya giştî ya hêzên pêşmerge dibêje çekdarên Îraqî bi piştgîriya topxaneyên Îran û çekên Amerîkî êrîşî hêzên pêşmerge dikin.

Fermandariya giştî ya hêzên pêşmergeyên Kurdistanê derbarê pevçûnên di navbera hêzên pêşmerge û çekdarên Îraqî yên li devera Pirdê de daxuyaniyek weşand û eşkere kir ku îro înê çekdarên heşda şebî bi çekên Îranî û bi piştîwaniya topxaneyên Îranê li Pirdê êrîşî ser hêzên pêşmerge kirin.

Fermandariya hêzên pêşmerge herwiha diyar kiriye ku heta niha tevahiya êrîşên wan ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatine pûçkirin û zêdetir ji 10 tirimbîlên leşkerî û tankeke Abramz ya çekdaran hatiye şewtandin.

Di berdewamiya daxuyaniha han de hatiye ku hêzên pêşmerge bi qehremanî şerefeke mezin tomar kirine. Tişta ku xuyaye ewe ku hikûmeta Îraqê dixwaze sînorên îdarî yên parêzgeha Kerkûkê bixe kontrola xwe.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.